Jiyan

Ji bo heywanên xwe di sir û seqemê da ji girên bi berf giya tînin

Li Şemzînana Hekariyê û Wartoya navçeya Mûşê xwediyên heywanan çiloyên ku havînê li cihên bilind kom dikin zivistanê ji berwar û geliyên kûr bi paxêlan tînin û didin heywanên xwe

Elif Irmak  | 26.01.2021 - Rojanekırın : 04.02.2021
Ji bo heywanên xwe di sir û seqemê da ji girên bi berf giya tînin

Hakkari

 Li Mûş û Hekariya ku çavkaniya debarê ya herî girîng heywandarî ye xwediyên heywanan ji bo heywanên xwe ji girên bilind bi paxêlan giya tînin û heywanên xwe xwedî dikin.

Xwediyên heywanan digel şert û mercên zivistanê yên dijwar û erdnîgariya asê xwedîkirina heywanên xwe îhmal nakin û çiloyên ku havînê li cihên bilind ên gundan kom dikin zivistanê ji berwaran û geliyên kûr dikêşin û tînin didin heywanên xwe.

Sitûrahiya berfê li hin herêman ji mêtroyekî derbas bûye û heywandar digel hemû zor û zehemtiyan ji bo xwedîkirina heywanên xwe berfê diperçiqînin û bi giyayên ku li serê radixin heywanên xwe êmdikin.

Li Şemzînana navçeya Hekariyê xwediyên pez ên li mezraya Yeşîlozê ya gundê Gunyaziyê bi zergetavê derdikevin rê û bi paxêlan digihêjin cihê ku giyayên wan lê ye.

Ajalvan bi qasî hewcehiya xwe giya li paxêlan dikin û piştî rêwîriyeke dijwar digihînin gund û heywanên xwe xwedî dikin.

Xwediyên pez digel hemû zehmetiyan xwedîkirina heywanên xwe îhmal nakin û bi debara ku ji heywanên xwe bi dest dixin jî malbatên xwe xwedî dikin.

- "Em bi heywanên xwe debara xwe dikin"

Îmran Kayayê k u li gundê Guzelkentê heywanan xwedî dike daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku seranserê zivistanê digel zor û zehmetiyê heywanên xwe xweşik xwedî dikin.

Kaya diyar kir ku rojê du caran berfê dipelçiqînin û giya diavêjin ser berfê û heywanên xwe êm dikin û wiha axivî: "Em zivistanê heta êvarê zehmetî dixebitin. Xizangan bi hespan va girê didin û giyayên ku em zivistanê li cihên bilind kom dikin dikşînin gund. Em çendî kîlomêtro rê diçin. Di vê navberê da xizangên hespan alîkarî me yê herî mezin in. Giyayên ku em tînin çend rojan têrî me dikin. Zivistanê xwedîkirina heywanan gelekî dijwar e. Ji ber ku em bi heywanan tenê debara xwe dikin mecbûr in ku vê bikin."

Heywandar Azat Olmazê ku li mezraya Yeşîlozê dijî jî behs kir ku çilo û giyayên ku havînê ji bo xwedîkirina heywanên xwe berhev kirin zivistanê bi xizangan dikşînin gund.

Olmaz ragihand ku bi gundiyan ra ji rêyên bi berf derbas dibin û digihêjin girê û wiha axivî: "Ev rêwîtî hem bitalûke hem jî kêfxweş e. Erdnîgariya me asê ye. Em debara xwe bi vê dikin. Niha mêtroyekî berf heye. Em her sal serê meha havînê bi eqrebayên xwe yên li gund ra tê û çilo dibirin û van çiloyan heta zivistanê mihafeze dikin. Em zivistanê van mehan bi paxêlan bi zehmetî tînin xwarê û didin heywanên xwe."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın