Jiyan

Rûyê Gola Nazîkê ya li Bidlîsê qerimî

Rûyê Gola Nazîkê ya li Xelata navçeya Bidlîsê ji ber sir û seqemê qerimî.

Önder Beyter  | 26.01.2021 - Rojanekırın : 30.01.2021
Rûyê Gola Nazîkê ya li Bidlîsê qerimî

Bitlis

 Rûyê Gola Nazîkê ya li Xelata navçeya Bidlîsê ji ber sir û seqemê qerimî.

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ku sir û serma tesîreke neyînî li jiyanê dike, gelek çem, gol û bendav qerimîn.

Li Bidlîsê piştî barîna berfê û ji ber sir û seqemê rûyê Gola Nazîkê ya li navçeya Xelatê ya 40 kîlometrekareyî qerimî.

Gola Nazîkê ya ku rûyê wê qerimî û her wiha qayîkên masîgiran ên di nava cemedê da mayî bi droneê hatin kişandin.

Welatî Abdurrahim Ayaz diyar kir ku îsal ji ber hişkiyê gol derengtir qerimî.

Ayaz destnîşan kir, tebeqeya cemedê ji bo nêçîra masiyan têra xwe ne stûr e û wiha dewam kir, "Serma û hişkî heger çend rojan jî dewam bike, tebeqeya cemedê dê bigihîje asta pêwîst. Wê demê em ê bikaribin masiyan bigirin. Ev der bû navenda şahiya zarokan. Li vir xwe dişiqitînin û dilîzin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın