Li Wan, Bidlîs û Hekariyê rêya 17 gund û taxan hat girtin
Van
Li Wan, Bidlîs û Hekariyê ji ber berf û bagerê rêya 17 gund û taxan hat girtin.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Mezin a Wanê ji ber berfê rêya 8 tax û gundan hat girtin.
Ji bo rê bên vekirin tîm dixebitin û xoy li ser rêyên qeşagirtî direşînin.
- Bidlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajarê Bidlîsê Umît Kurtkan daxuyand ku berfê rêya 7 gundan girt.
- Hekarî
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê jî rêya gundekî û li navçeya Yuksekovayê jî rêya mezrayekê girtî ye.
Tîmên Îdareya Taybet a Bajar ji bo rê vekin dixebitin.
Ekîbên şaredariyê jî li bajêr berf û qeşaya peyarê, kolan û kuçeyan paqij dikin.
- Mûş
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê Şeyhmus Yentur diyar kir ku rê vekirine, xebatên firehkirina rêyan dewam dikin.
Ji ber sir û sermayê bi banê xaniyan va şembelîk çêbûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.