Ji bo Erziromê hişyariya barana gur û berfê hat dayîn
Erzurum
Ji bo Erzirom û hawirdora wê hişyariya şilopeyê û berfê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê di nirxandina dawîn a Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê tê payîn ku ji êvarê pê va li tevahiya Erziromê şilî bibare.
Tê texmînkirin ku ji roja şemiyê ji sibehê pê va li aliyên başûr ên Erziromê (Aşkale, Xinis, Tekman, Palandoken, Çat, Qereyazî, Qereçoban) barana gur, li cihên ji 1600 mêtro bilind jî şilope û berf bibare.
Hişyarî hat dayîn ku ji ber sarbûna hewayû û berfê ji hêla ewlehiya trafîkê va ajokar bila lastîkên zivistanê bi kar bînin û hember zehmetiyên trafîkê, lehî, rabûna avê, cemed û qeşayê baldar û bi tevdîr bin.
