Ferizat Kaya
12 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2017
BEXDA
Ciwanên iraqî ji ber tunebûna ceyranê û germahiya ji 50 pileyî derbas dike, xwe davêjin Çemê Dîcleyê û xwe hênik dikin.
Bi taybetî jî welatiyên li herêma Azameya Bexdayê dijîn, her roj danê nîvro, her çiqas ne paqij be jî ji bo hênik bibin di Çemê Dîcleyê de soberiyê dikin.
Ciwanên dikevin ava Dîcleyê, ji ber ku derûdora çemê Dîcleyê ne paqij e, gilîdar in û dixwazin dora çêm bibe tesîsa bêhnvedanê.
- Germahiya zêde
Ji ciwanan Ehmed Nûrî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber ku li Bexdayê ceyran tenê 2, 3 saetan heye, her çiqas derdor ne paqij be jî ji bo hênik bibin dikevin ava çêm.
Zeyd Mihemed jî got ku germahî ji 50 pileyî derbas dike û wiha dewam kir: "Piştî kar em berê xwe didin çem. Heta êvarê em li vira wextê xwe derbas dikin. Dora çem û ava çem tijî çop e. Car caran em birîndar jî dibin."
Li welêt hewaya germ car caran 50 pileyî derbas dike û Daîreya Meteorolojiyê welatiyan hişyar dike lê hat ragihandin ku hikûmet ji bo tendûristiya welatiyan tu tevdîran hilnade.