İbrahim Atmaca
18 Nîsan 2019•Rojanekirin: 19 Nîsan 2019
Li Agiriya ku zivistana wê dijwar derbas dibe û piştî çendîn salan berfeke pir zêde lê barî, bi germbûna hewayê ra pez û dewarên ku 6 meh in di gom û tewleyan da hatin xwedîkirin, derketin çêre.
Li Agiriyê bi helîna berfê ra çêre hêşîn bû û welatiyên ku bi rêncberiyê debara xwe dikin pez û dewarên xwe berdan çêre.
Li navçeya Ava Kevir (Taşliçay) rêncberên gundê Toqliya Jêrîn bi derketina tavê ra pezê xwe berdan çêre.
Li herêmê zivistan dirêj û dijwar derbas dibe û li gor salên borî rêncberan îsal heywan demeke dirêj di hindur da xwedî kirin û zêdetir gîha û ka dan heywanan.
Hamît Utuşê 70 salî ku 55 sal e li vî gundî şivantiyê dike, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber zivistana reş e dirêj wî li gor par meh û nîvekê dereng pez berda çêre.
Utuş diyar kir ku ji ber ku di nîveka zivistanê da gîha û ka xelas bû, wî ji bo xwedîkirina heywanan ji cînarên xwe debar xwest û wiha dewam kir:
"Zivistana par baş derbas bû. Îsal berf 7 meh e li erdê ye û teze dihele. Li gor salên par zivistana îsal pir dijwar derbas bû. Her çend em di nîveka meha nîsanê da ne, hin şevan berf dibare. Hesreta me ya çêrê kuta bû û bi barîna baranê vê çendek şûnda çêre wê hur be. Xwedê mezin e, wê çêtir be. Şikir em ber bi havînê diçin. Em heywanên xwe berdidin derva û diçêrînin."