Haydar Şahin
17 Nîsan 2019•Rojanekirin: 25 Nîsan 2019
Li Mûşê ekîba çavdêriyê ya Qulunga Histûxelek a Komeleya Tebîetê ji bo tesbîtkirina cureyên çivîkên li Deşta Mûşê ya li ser rêya koça çivîkan 7 sal e xebatan dimeşînin.
Endamên ekîba çavdêriyê ber destê sibê makîneyên wêneyan hildidin û diçin Deşta Mûşê li qadê çivîkên kurk ketine an jî qut dixwin tesbît dikin.
Ekîba ku wêneyên çivîkên li herêmê dikişînin û wan qeyd dikin ew ê der barê cureyên hatin tesbîtkirin da pirtûkekê derxin.

Kasim Avciyê Serokê Komeleyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ev 7 sal e li Mûşê analîza çavdêriya çivîkan dikin.
Avci diyar kir ku xwediyê erdnîgariyeka dewlemend in û Mûş ji gelek cure çivîkan ra malxweyîtiyê dike û wiha pê da çû:
"Çivîk li Mûşê kurk dikevin, çûçikên xwe mezin dikin. Nîşana vê ya herî girîng jî hebûna mirîşka çolê, qulunga histûxelek, mezgeldek û toya ku nesla wan di xetereyê da ne. Çemê Muradê û Çemê Qeresuyê ji bo çivîkan herêmên baş in. Dema cureya çivîkên li vê derê mêze dikin dibînin ku ji kêmzêdeya Tirkiyeyê zêdetir çivîk li herêma me hene. Kêmzêdeya cureya çivîkan a Tirkiyeyê 485 e. Biharê û payîzê bi hezaran çivîk tên vê derê."

Avci got armanca wan ew e ku dengeya tebîetê û mirovan pêk bînin û wiha axivî: "Em di hin heyamên salê da ber destê sibê derdikevin herêmên avî û li ser çivîkan lêkolînê dikin. Dîmenên wan dikişînin û wan qeyd dikin. Em dixwazin ku bira li çend herêmên bajarê me ciyên çavdêriya çivîkan werin avakirin."
Avci bal kişand ku qulung û leglegên di çanda Anadoluyê da ciyekî girîng digrin Mûşê tercih dikin, ji bo vê jî ya girîng ew e ku deştên Mûş, Milazgir û Bulanixê ji nêçîrê ra werin girtin.

Turgay Ozluyê ji ekîba çavdêriyê jî diyar kir ku li herêma wan cur bi cur çivîk hene.
Ozlu diyar kir ku bi hatina biharê va derdikevin qadê û wiha got: "Em bi hevalan ra li qadê digerin. Hêlînên çivîkan û hejmara wan tesbît dikin. Bi taybetî çivîkên koka wan li ber qelandinê ne tesbît dikin."