2016 ж. 22 мамыр•Rojanekirin: 2016 ж. 29 мамыр
MUŞ
Deşta Mûşê bi gulebûkên sor, beybûnên şîn û spî ve xemilî.
Gulebûk û beybûnên ku emrê wan kin e û zû diçilmisin, niha deşta Mûşê dixemilînin û bala mirovan dikişînin.
Nevzat Şîrvanê ku li gundê Şenovaya girêdayî Mûşê dijî got ku li Mûşê niha du demsal bi hev re hene û wiha axivî: "Li çiyayê Kurtikê berf heye, lê li deştê jî lale û kulîlkên rengawreng şîn bûne. Yên ku deşta Mûşê nedîtine divê bi teqez werin, em benda wan in. Heke bixwazin ku dîmena herî xweş a xwezayê bibînin em pêşniyar dikin ku bila bên Mûşê. Lewra niha demsala herî xweş a deşta Mûşê ye."