22 Gulan 2016•Rojanekirin: 25 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Pirtûkfiroşên li Sûr û Baglara navçeya Diyarbekirê, piştî bi dawîbûna operayonên dijî PKKya rêxistina terorê, vebûn. Pirtûkfiroş û kitêbhez ji nû va hatin bal hev.
Li Sûra navçeya dîrokî ya Diyarbekirê, di 28ê mijdara 2015an da li dijî PKKya rêxistina terorê operasyon hatibû destpêkirin. Operasyona ku di 9ê adarê da bi serkeftî dawî bû 103 roj dewam kir. Terorîstan xwest ku li Taxa Kaynartepeya ser navçeya Baglarê jî êrîşan li dar bixin; lê polêsan di wextê da mudaxaleyî wan kir û rê li ber wan birî, terorîst negihîştin armanca xwe.
Li Sûr û Baglara ku vegeriya rojên xwe yên berê jiyan normal e, esnafan dikanê xwe vekirin. Pirtûkfiroşên ku demeke dirêj girtîbûn jî vebûn û roj bi roj hejmara kitêphezên wan ziyaret dikin, zêde dibe.
Pirtûkfiroşên ku ji ber bûyerên terorê rojê dijwar derbas kirin, vegeriyan rojên xwe yên berê û li hêviya xwendevanên xwe ne.
Ji pirtûkfiroşên li navçeya Sûrê Omer Soyler di daxuyaniya ku da nûçegihana AAyê da, li hemberî terorê bertek nîşan da û got ku ew ji bo vegeriyan rojên xwe yên berê kêfxweş e.
Soyler got: "Bûyerên li Sûrê qewimîn bi dawî bûn. Em li hêviya gelê xwe ne ku werin kitêbfiroşên li Sûrê. Herêm aram bû. Bila hemî diyarbekirî, turîstên herêmî û biyanî kerem bikin werin."
Kitêbfiroş Ramazan Yilmaz jî got ku wan ji ber bûyerên terorê wekî hemî esnafan zirar kir.
Yilmaz destnîşan kir ku ji ber bûyerên terorê hejmara mişteriyên wan daket û wiha dewam kir: "Piştî rûdana bûyerên terorê gelê li herêmê bêhizûr bû. Lê bi dawîbûna operasyonan va herêm geş bû."
Azîz Aslanalpê ku li Baglara navçeya Diyarbekirê bi pirtûkfiroşiyê ra mijûl dibe got ku berî bûyerên terorê, pirtûk zêdetir dihatin firotin û wiha axivî:
"Tu xêra rêxistina terorê ji welatî û miletê me ra tune ye. Gelek mişteriyên me yên ku tên li vir dibêjin 'destê me bişikiya me alîkarî neda wan.' Rûyê rastîn ê rêxistina terorê hat dîtin. Hêviya me ew e ku gelê me piştî van bûyeran, wezîfeya ku dikeve ser milê wan bi cîh bînin û dersa terorê bidinê."