Halîtê hesinkar nîvsedsal e li Mûşê li ber agir hesin dikute
Muş
Halît Pinarê hesinkarê 63 salî li Mûşê karê bav û kalên xwe yê hesinkariyê didomîne û nîvsedsal e li ber agir hesin dikute.
Halît Pinarê ku di 13 saliya xwe da weke şagird li cem bavê xwe dest bi karê xwe kiriye, bi heman coş û kelecana roja ewil karê xwe dike.
Hoste Halît Pinar di atolyeya xwe ya li Bazara Kevin ya Taxa Kaleyê amûrên weke tevir, çakûç, kêr, zincîr, destgirên derî û bêran temîr dike û çêdike.
Halît Pinarê ku wekî nûnerê dawî yê vî karî li bajêr tê hesibandin ji endamên çapemeniyê ra got ku bi pêşketina teknolojiyê ra eleqeya ji bo vî karî kêm bûye.
Halît Pinar diyar kir hewl dide ku kurê xwe fêrîvî karî bike û wiha got, "Ev 50 sal in ez vî karî dikim. Bavê min dikaneke wî hebû. Min 10 salan di bin rêberiya wî da kar kir. Bavê min berî ku ez biçim leşkeriyê mir. Piştî ku ez ji leşkeriyê vegeriyam jî min dikan negirt."
Pinar diyar kir ku ew naxwaze ev kar were jibîrkirin û got, "Berê li vê bazarê 10 hesinkar hebûn. Niha keseke din tune ku tiştekî çêbike. Tenê ez mame. Karekî dijwar e; her kes nikare bike. Ez ji 13 saliya xwe pê va vî karî dikim. Em 50 sal in li vê bazarê digerin. Me demên herî xweş yên jiyana xwe li vir derbas kirin. Ez difikirim ku ev kar piştî em biçin wê bimire. Ji ber ku daxwaz tuneye. Gelê me hînî rehetiyê bûye. Ji ber ku kar hinekî dijwar e, kes eleqedar nabe. Ka em bibînin ew ê çiqasî biçe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
