Hewaya sar bandorê li Qersê dike
Kars
Ji ber hewaya sar ku bandorê li Qersê dike, rûyê gola bendavê qeşa girt, li ser nebat û daran qeşa çêbû û camên wesayîtan jî bi qeşayê hatine nixumandin.
Hin depoyên avê yên li bajêr ji ber ku germahî daket 9 pileyên di bin sifirê da cemed girtin.
Ji ber sermayê li ser rûyê bendava santrala hîdroelektrîkê ya berê ku li ser Çemê Qersê ye û di herêma Dereîçî ra derbas dibe, qeşa çêbû. Li ser nebat û daran qeşa çêbû û camên wesayîtan jî bi qeşayê nixumîn.
Hewaya sar li navçeya Sariqamîşê jî bandor kir.
Hin niştecihan wesayîtên xwe bi betanî û xalîçeyan pêçan da ku ji sermayê biparêzin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
