Haydar Şahin
19 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2021
Li Girê Miraza yê di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cî digre piştî barîna berfê dîmenên xweşik derketin holê.
Xêncî ciyên bilind ên navenda Şanliurfayê û Wêranşehr, Siwêrek û Xelfetiyê jî berf dibare.
Li Girê Mizaya yê 12 hezar salî jî ber destê sibê berfê dest bi barînê kir û dîmenên balkêş derketin holê.
Rêya hin taxên Wêranşehr û Siwêreka navçeyên bajêr hat girtin û ekîbên şarederiyê xebat dan destpêkirin.
Li rêbejaya Wêranşehr-Diyarbekirê jî ekîb dixebitin ku asteng dernekevin.
Li bajêr welatiyan bi berfê lîstin.