Jiyan

Qubeqazên weqoke yên ku ji Sîbîryayê tên li ser Gola Wanê datînin

Di van rojên ku sir û sermaya zivistanê dest pê kiriye da qubeqazên weqoke yên ku ji Sîbîryayê tên, li ser Gola Wanê datînin.

İbrahim Atmaca  | 19.01.2021 - Rojanekırın : 26.01.2021
Qubeqazên weqoke yên ku ji Sîbîryayê tên li ser Gola Wanê datînin

Van

Di van rojên ku sir û sermaya zivistanê dest pê kiriye da qubeqazên weqoke yên ku ji Sîbîryayê tên, li ser Gola Wanê datînin.

Hewzeya Gola Wanê ku bi qadên xwe yên avî va mazûvaniya sedan cure teyr û tûyan dike, havînê bi flamîngoyan, zivistanê jî bi qubeqazên weqoke va şên dibe.

Gele qubeqaz tên derdora golên Wan û Erçekê û bi gewdeyên xwe yên mezin, stûyên xwe yên zerîf û pûrta xwe ya spîçîl va ser golê avjeniyê dikin û merivan dixin hejmetkarê xwe.

Qubeqaz li taxa Golagziyê ya navçeya Erdîşê hatin dîtin û bi dîmenên xwe yên rengîn va bala ziyaretvanan kişand. Kesên ku ji siruşt û kişandina wêneyan hez dikin, qubeqazên ku dîmenên rengîn derxistin holê temaşe kirin û wêneyên wan kişandin.

Prof. Dr. Ozdemir Adizelê Endamê Hîndekariyê yê Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Yuzunncu Yilê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, qubeqazên weqoke yên ku ji Sîbîrya û herêmên bakur tên, îsal jî seba derbaskirina zivistanê hatin herêmê.

Adizel daxuyand ku qubeqaz herî zêde xwe didin qeraxên Erdîşê û wiha dewam kir:

"Ev cisnê werdeka ji bo ku zivistana xwe li herêma me derbas bikin, koç dikin. Nêzî derbiharê cardin koçî bakur dikin. Ev cisin her çend tê parastin jî, nêçîra wan tê kirin. Ji ber ku hewa sar dibe û li herêma Sîbîryayê qeşa û cemed çêdibe, heywan li wan derana birçî dimînin û ji xwe ra li cî û waran digerin. Ji ber vê jî tên welatê me. Divê em wan biparêzin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın