Geliyê Cehenemê yê li Çiyayê Agiriyê bi berfê nixumî
Iğdır
Geliyê Cehenemê yê li Çiyayê Agiriyê bi berfê nixumî û dîmenên herêmê hatin kişandin.
Geliyê Cehenemê dikeve aliyê bakurê Çiyayê Agiriyê, ku çiya bi raqima 5 hezar û 137 metreyî va wekî cihê herî bilind ê Tirkiyeyê tê wesfandin.

Gelî ji serê çiya dest pê dike heta 2 hezar metreyan dadikeve, bi kendal, kûrahî, xîm û latên xwe va balê dikşîne.
Siruşthez her demsal herêmê ziyaret dikin. Di meha adarê da jî gelî bi berfê nixumî û dîmenên herêmê hatin kişandin.

