Jiyan

Serî ket pêz û rêncber şev û roj nobetê digirin

Sidar Can Eren  | 24.03.2026 - Rojanekırın : 24.03.2026
Serî ket pêz û rêncber şev û roj nobetê digirin

Tunceli

SÎDAR CAN EREN - Li Ovacixa navçeya Tunceliyê serî ket pêz û rêncber şev û roj di goman da nobeta bûyîna karik û berxikan digirin.

Li Ovacixê zêdebûna zozan û daristanan piştgiriyeke mezin dide heywandariyê.

Li Konaklar, Paşaduzu, Havuzlu, Koseler, Koyungolu, Guneykonak, Gozeler û Çakmakliya gundên navçeyê jî pez zêde tê xwedîkirin û heywandarî di nava qadên debarê yên girîng da cih digire.

Rêncber çar demsalan bi heywanan ra eleqedar dibin û di mehên rêbendan-adarê da dema ku serî dikeve pêz, lingekî rêncberan li goman e û nobedariyê digirin.

Rêncber bizin û mihên ku zayîna wan nêzîk bûne, tesbît dikin û wan dişopînin. Dema ku dizên jî midaxele dikin ku berxik û karik bi sax û silamet bibin.

Berx û karik piştî ku dibin jî rêncber wan germ xwedî dikin, li ber makên wan dimêjînin û heta ku hilik bibin, ser guhê wan li ser berx û karan e. Carina ku têr nebin jî bi bîberonê şîr didin berx û karan.

Ji rêncberan Mujdat Kose ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew bi malbata xwe va li gundê Havuzluyê mih û bizinan xwedî dike.

Kose diyar kir ku bizin û mihan di sibatê da dest bi zayînê kir û wiha dewam kir, "Karik û berxik nêzî 2 mehan makên xwe dimijin û em wan biharê jî berdidin çêrê. Dema ku mih û bizin dest bi zayînê dikin ser û guhê me li ser wan e. Carinan cêwî tînin, divê meriv alîkariyê bike. Di rewşên wisa da jî em midaxele dikin. Em paşê mak û berxik an jî karikê dixin cihekî cuda û çend rojan ser guhê me li ser dimîne û em baş xwedî dikin."

Rêncber Îlhan Demir jî got ku nêzî 40 salan e ew bi heywandariyê ra mijûl e.

Gulseren Yararê jî daxuyand ku 15 sal e heywandariyê dike û ew ji karê xwe razî û kêfxweş e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.