07 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2016
GAZÎANTEP
Dîrektorê Bernameya Sûriyeyê ya Doxtorên Sînornenas Carlos Francîsco got ku li Helebê trajediya însanî ya herî mezin a salên dawî çêbû û wiha dewam kir: "Li herêmê derman tuneye, derman hebe jî cihê ku lê nexweşan derman bikî tuneye. Birîndaran nikarî ji bajêr derbixî. Ji ber vê yekê rewşa xirab e xirabtir dibe. Ji vir û pêva em jî nizanin çawa alîkariyê bigihînin wir. Heke ku ewa dewam bike wê rewşê trajîktir bibe."
Francîsco ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku rewşa Helebê her diçe xirabtir dibe, em wekî Doxtorên Sînornenas dibînin ku li Helebê her diçe rewş xirabtir dibe.
Francîsco got ku di bin banê Doxtorên Sînornenas de 30 doxtor dixebitin, ev doxtor hewl didin ku li Helebê nexweş û birîndaran derman bikin.
Francîsco got ku doxtor ji ber nebûna nexweşxaneyan nikarin nexweşan tedawî bikin û wiha axivî: "Li herêmê derman tuneye, derman hebe jî cihê ku lê nexweşan derman bikî tuneye. Birîndaran nikarî ji bajêr derbixî. Ji ber vê yekê rewşa xirab e xirabtir dibe. Ji vir û pêva em jî nizanin çawa alîkariyê bigihînin wir. Heke ku ewa dewam bike wê rewşê trajîktir bibe."
- "Em her gav di nav şert û mercên zor da dixebitin"
Francisco diyar kir ku Doxtorên Sînornenas ji roja avabûnê heta niha li herêmên bi pirsgirêk hewl didin û dixebitin û wiha pê da çû: "Em her gav di bin şert û mercên zor û zehmet da dixebitin. Li gor tecrubeya xwe ez dibêjim heta îro ji bo min drama herî mezin Heleb e. Sedema vê jî li herêmên heta îro me lê kar kiriye bi awayekî be jî em digihîştin nexweşan lê li vê derê em ji derva li bûyerên diqewimin mêze dikin û nikarin xwe bigihînin nexweşan. Ev yek jî ji bo me pirsgirêk û trajediya herî mezin e."
Ji bo çareserkirina pirsgirêka li Helebê jî Francisco ragihand ku hemû mirovahî li kê derê dinyayê dibe bila be divê dengê xwe bilind bike û wiha domand: "Sivîl divê di nav şer da cih negirin. Gelo dixwazin li devera şer bimînin û yan dixwazin ji wê deverê derbikevin, divê ew vê biryarê bidin. Li gor Mafên Mirovan a Navneteweyî jî ev yek wiha ne. Di mijarên tibbî da jî divê pêşiyê rê bidin sivîlan. Di bûyerên ku îro diqewimin da berpirsyariya civaka navneteweyî gelek e. Ji ber vê divê her kes di vê mijarê da dengê xwe bilind bike."