07 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2016
AGRI
Li Elaşgira navçeya Agiriyê hewa ji ber ku pir sar e, welatî zehmetiyê dikşînin.
Sermaya Sibîryayê bû sedem ku li navçeyê rê, dar, ban û çem qeşa bigrin.
Kaniyan jî qeşa girt û welatî zehmetiyê dikşînin.
Welatî Yunus Karataş ji nûçegihanê AAyê re got ku meteorolojî dibêje hewa di bin sifirê da 18 pile ye û wiha axivî: "Lê li gor me serma wek di bin sifirê da 30 pile ye. Dibêjin Sibîrya û Rûsya sar e, lê vê derê ji Rûsyayê derbas kir."
Welatî Hamza Guneş jî got ku hewa pir sar e û di bin sifirê da 20 pileyê derbas kiriye û wiha axivî: "Ne sobe û ne jî kalorîfer têrê dike, em dicemidin."