29 Nîsan 2016•Rojanekirin: 29 Nîsan 2016
MUŞ
Deşta Mûşê bi biharê ra bi laleyan xemilî.
Li bajêr her sal di meha nîsanê da laleyên ku bi navê "Mûş 1071" hatine qeydkirin vedibin û Deşta Mûşê bi laleyên sor va dixemile.
Laleya Mûşê bi taybetî li ciyên ku nehatine ajotin û dermanên kîmyewî nehatine emilandin derdikeve û şîn dibe.
Ergun Çolakogluyê Midûrê Mûş Tarimê destnîşan kir ku emrê laleya Mûşê 20 roj e û wiha xeberda: "Laleya Mûşê sor e. Ev lale li deştê bejî çêdibe. Di nav meha nîsanê da kulîlk vedide. Ji bo ku ev lale were parastin û emrê wê dirêj be xebat dê bên kirin."