Jiyan

Deşta Mûşê bi laleyan sor û gevez bû

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 22.04.2024 - Rojanekırın : 01.05.2024
Deşta Mûşê bi laleyan sor û gevez bû

Muş

 Li Mûşê laleyên ku emrê wan qasî sê hefteyan e Deşta Mûşê sor û gevez kirin.

Laleyên ku di sala 2015yan da ji hêla Midûriyeta Giştî ya Hilberîna Nebatan ya Wezareta Çandinî û Daristanê bi navê "Mûş 1071" hatin tescîlkirin Deşta Mûşê xemilandin.

Welatiyên ku dîtin deşt bi laleyan sor û gevez bûye ji bo wêneyan bikişînin berê xwe dan kulîlkan.

Ji welatiyan Murat Kaymaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got laleyên ku her sal di vê demê da şîn dibin dîmenên xweş derdixin holê.

Kaymaz anî ziman ku her sal ji parêzgehên cuda gelek kes ji bo dîtina laleyan tên bajêr û wiha axivî: "Em dixwazin mêvanên me yên ku tên bajêr der barê parastina Laleyên Mûşê da hesas tevbigerin. Emrê van laleyan yên ku piştî berf dihele şîn dibin û deşta me dixemilînin kurt e. Em tên û vê şahiya dîtbarî qeyd dikin."

Yusuf Turunçê ji gundê Karakuyuyê jî wiha got: "Mirov ji bo dîtina laleyan tên gundê me. Em gelekî kêfxweş in. Em ji mêvanan daxwaz dikin ku bila laleyan berhev nekin. Erdên gundê me bi sor gevez bûne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın