İbrahim Atmaca
24 Mijdar 2017•Rojanekirin: 28 Mijdar 2017
MUŞ
Li Mûşê xwedîkarê heywanan ên ku havîn û payîzê li zozanan derbas dikin, ji bo ku dagêra navenda bajêr bi birên pez û dewarên xwe va didin nav berfê.
Xwedîkarên heywanan ên ku 6 meh in derketine zozanên herêma Uçevlerê ku 25 kîlomêtre dûrî navendê ye, amadehiyên xwe yên dagêrê kuta kirin.
Xwedîkarên heywanan ev demek e ji ber berf û pûkê nikaribûn herin navenda bajêr. Piştî ku ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr rê û dirb vekirin, xwedîkarên heywanan bi birên xwe va bi rê ketin. Xwedîkar piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj a li ser berfê digihêjin mala xwe.
Recep Salkanê ku ji Zozanê Arikoya ser navendê bi bira xwe va vedigere navenda bajêr got: "Ji ber ku berf barî, me nikaribû em ji zozanê dagêrin. Piştî ku ekîban rê vekir, me heywanên xwe hildan û em bi rê ketin."
Ji xwediyên birê Rifat Silkim jî got ku ji ber berf û bagerê ev 3 roj in nikaribûne bi rê kevin û li zozanê man. Silkim wiha got: "Mebesta me ew e ku 6-7 saet şûnda bigihêjin navenda bajêr."