Nihat Kavşut
25 Mijdar 2017•Rojanekirin: 26 Mijdar 2017
HAKKARÎ
Di çarçoveya projeya "Navenda Ciwanan ya Mobîl" da ku bi destê Navenda Ciwanan ya Hekariyê bi alîkariya Wezareta Spor û Ciwaniyê tê meşandin li tevahiya bajêr 3 hezar zarok û ciwan tevlî xebatên sportîf bûn û lîstikên curbecur lîstin.
Dildarên bi wesîleya Navenda Ciwanan ya Mobîl çûn Hekarî û navçeyên Çukurca, Şemdinlî û Yuksekovayê li dibistanan bi zarok û ciwanan ra golf, badmînton, langirt, dart, tîravêtin, mangala û matrak û lîstikên curbecur lîstin.
Fahrî Guldalê Midûrê Navenda Ciwanan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir dixwazin zarok û ciwan xebatên sportîf bikin.
Guldal destnîşan kir ku projeya li Hekariyê ji Yuksekovayê dane destpêkirin û wiha got: "Em heta niha çûn 15 dibistanan. Qederê 3 hezar zarok û ciwan tevlî çalakiyên curbecur bûn. Em heta gund û goman jî çûn."