Haydar Şahin
17 Sibat 2021•Rojanekirin: 20 Sibat 2021
Li xelata navçeya Bidlîsê rûyê Gola Nazikê cemidî.
Ciwanên li Dîlburnuya gundê navçeyê dijîn hatin Gola Nazikê ya rûyê wê ji ber sermayê cemidî ye, guh nedan xetereyê li ser golê têra dilê xwe lîstin.
Mehmet Ogurê ji gund diyar kir ku seranserê zivistanê li ser gola rûyê wê dicemide gog dilîzin û vê derê ji xwe ra dikin qada kêfxweşiyê.
Ogur diyar kir ku havînan masîgiriyê dike û pê debara mala xwe dike û wiha axivî: "Her sal piştî meha berfanbarê ev dera dicemide. Qalindahiya buza golê gihîştiye 20 santêmî. Em bi xortên gund ra li ser gola cemidî gog dilîzin."