Abdullah Tel
17 Sibat 2021•Rojanekirin: 19 Sibat 2021
Li Meletiyê hiriya pezan a ku êdî pese pê nedihat kirin û dişewitandin bi xêra hinek jinên pê lihêf û nivînan girê didin va êdî beredayî naçe.
Nîmet Yildirim a 44 salî ya sê zarokên wê hene 3 sal berê dikana ku ji bo qîz û bûkan cihêz lê tê firotin vekir.
Yildirimê ji hiriya nivînên li ber destê xwe nivîn û lihêfên nû girê da û dest bi firotina wan kir bi başbûna kar jî 3 kesan hilda kar.

Mişteriyên hatin dikana Yildirimê jê xwestin ku bila ji bo wan jî nivînên ji hiriyê çêbike lê wê di temînkirina hiriya pez da zehmetî kişand û li ser vê dest bi xebatê kir.
Yildirim çû Yekîtiya Hilberînerên Mêşin û Bizinên Tovî yên Meletiyê û ji bo temînkirina hiriyê bi wan ra hevkarî kir û hiriya xwe ji wê derê temîn kir.
Bi saya vê xebatê hirîya pez beredayî naçe û pê nivîn tên çêkirin û bi kêrî aboriya bajêr û welêt tê.
- Wê koperatîfê ava bikin û karên xwe pêşva bibin
Nîmet Yildirimê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew ji bo daxwazan li erdê nehêlin dixwazin awayek profesyonel karê xwe bikin û wiha pê da çû: "Ez hiriyê di leganan da li kuncê paşîn ê dikanê bi xwe dişom. Hevalên min ên li vê derê dixebitin jî heriyê şift dikin. Niha ji ber ku daxwaz zêde ne cihê me têr nake. Em hemû ji vî karî pere qezenc dikin. Em ê koperatîfek ava bikin û karê xwe pêşdatir bibin."
Serokê Yekîtiyê Îhsan Akin jî got ku ji hiriya pez îstifadekirin pirsgirêkeke bi salane û lazim bû rê li vê bihata girtin û wiha domand: "Ew hiriya ku li zozan û mêrgehan dihat şewitandin û beredayî diçû niha bi kêrî aboriya welêt tên."