Jiyan

Bagerê 9 salî li deşta Mûşê ya bi berfê xemiliye li piyanoyê xist

Bager Çalişci: "Bavê min ji min ra qala barîna berfê kir. Min jî jê ra got ku ez dixwazim li ser berfa çîl û spî, li bin dareke bi tena serê xwe ye li piyanoyê bixim. Min ev xeyala xwe îro li vê derê bi cî anî."

Abdullah Tel  | 18.02.2021 - Rojanekırın : 04.03.2021
Bagerê 9 salî li deşta Mûşê ya bi berfê xemiliye li piyanoyê xist Fotoğraf: Yahya Sezgin - AA

Muş

Bager Çalişciyê 9 salî yê nebîna xwedî merîfeteke wisa ne ku dengên dibihîze wek nota dubare dike û ji berê muzîkê çêdike.

Bagerê 9 salî li deşta Mûşê ya bi berfê xemiliye li piyanoyê xist

Bager Çalişciyê 9 salî yê nebîna xwedî merîfeteke wisa ne ku dengên dibihîze wek nota dubare dike û ji berê muzîkê çêdike. ( Yahya Sezgin - Anadolu Agency )

Bager dixwest ku li bin dareke bi tena serê xwe li rasteke bi berfê çîl û spî bûye li piyanoyê bixe û bi alîkariya bavê xwe wî li Deşta Mûşê di din darekê da li piyanoyê xist.

Çalişciyê li Taxa Murat Paşa dijî û ji Xwedê dayînê va nebîna ye gelekî xweş dibihîze û xwedî taybetiya "absolut"ê ye.

Mamosteyê muzîkê Caner Keserê ku wek wî nebîna ye ev merîfeta wî ferq kir û bi piştgiriya wî Çalişci li gund konserek da şêniyên gund. Çalişci ji bavê xwe ra got ku ew dixwaze li ser erdekî bi berfê çîl û spî bûye li bin dareke bi tena serê xwe ye li piyanoyê bixe.

Li ser vê daxwazê Mehmet Çalişciyê bavê Bager xeyala kurê xwe bi cî anî.

Her dengê ji piyanoyê ku bi lêdana tiliyên Bager derket li çar aliyê Deşta Mûşê ya bêdengiya zivistanê lê hakim bû belav bû.

Bagerê 9 salî li deşta Mûşê ya bi berfê xemiliye li piyanoyê xist

- "Li cihekî wiha dengê piyanoyê gelekî xweş bû"

Çalişci daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wî xeyala xwe bi cî anî û wiha pê da çû: "Ez dixwazim xweş li piyanoyê bixim û di vê qadê da bibim pispor. Ji bo vê jî min dest bi xebatekê kir. Ez naxwazim bibim barê ser pişta kesî û dixwazim vê yekê bi xwe pêk bînim. Xeyalên min ên xweş hene. Bavê min ji min ra qala barîna berfê kir. Min jî jê ra got ku ez dixwazim li ser berfa çîl û spî, li bin dareke bi tena serê xwe ye li piyanoyê bixim. Min ev xeyala xwe îro li vê derê bi cî anî. Li cihekî wiha dengê piyanoyê gelekî xweş bû. Ez gelekî şa bûm."

- "Em hatin devereke ku kurê min xeyal dikir"

Mehmet Çalişciyê bavê Bager e got ku kurê wî meraq dikir gelo dengê piyanoyê li derva çawa ne û wî jî daxwaza kurê xwe bi cî anî.

Çalişci diyar kir ku ji bo xeyalên kurê wî bi cî bên çi ji desta bê wê bike û wiha domand: "Em hatin devereke ku kurê min xeyal dikir. Min jê ra got ku em niha li deşta bi berfê çîl û spî bûye ne û di bin dareke bi tena serê xwe da ne. Gelekî kelecanî bû. Em wisa bawer dikin deverê wiha ji bo hiş, mêjî û bihîstina wî wê gelekî bi kêr bê. Zarokekî pir bi merîfet e. Carna li erdê vedizele destê xwe dide binê serê xwe û bi saetan li dengan guhdar dike. Paşê radibe û bi piyanoyê wan dengan lêdixe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın