Li gor nûçeya New York Tîmesê di otopsiya Brown de hat fêm kirin ku ciwanê bê çek bi 6 guleyên polêsan hatiye kuştin. Du gule li serê wî, çar gule jî milê wî yê rastê ketine.
Li ser vê yekê welatiyan çalakî li dar xistin û ew çalakî hê jî didomin. Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku divê polês li dijî welatî û rojnamevanan dev ji taktîkên çavtirsandinê berdin.
Di rapora otopsiyê de hat gotin ku ji paş ve tu gule nehatine avêtin û hemû gule ji dûr ve hatine avêtin.
- Şev pevçûnan dewam kir
Çalakiyên ji bo Mîcheal Brown hîn jî dewam dikin. Waliyê Mîssouriyê Jay Nîxon derketina kolanan qedexekir û rewşa deresayî îlan kir, lê çalakvanan guh neda vê biryarê.
Polês cihê ku bûyer diqewimin tevdîr girt û destûr neda ku gel û rojnamevan bikevin herêmê. Hin caran jî guleyên plastîk û xaza rondikrêj avête çalakvanan. Hat ragihandin ku hin rojnamevan hatin binçavkirin û pişt re hatin berdan.
Ji hêla din Wezîrê Dadê yê Amerîkayê Erîc Holder telîmat da ku li ser cesedê Brown otopsiya federal bê kirin. Berdevkê Wezaretê Brîan Fellon got ku Wezîr Holder telîmat da ku xêynî otopsiya eyaletê, bila pisporên tibê yê dadê yên federal jî, li ser cesedê Brown otopsiyê bikin.
Fallon got ku sedema vê jî ev e ku di vê bûyerê de rewşeke deresayî çêbûye û malbata Brown ev daxwaz kiriye.
- Obama navber da betlaneya xwe
Hat ragihandin ku Obama ji bo du rojan navber da betlaneya xwe û vegeriya Washîngtonê ku der barê rewşa Iraqê de bi endamên Konseya Ewlekariyê ya Netewî ve hevdîtinan pêk bîne. Ji bilî vê Obama dê der barê kuştina Brown de jî dê Wezîrê Dadê Erîc Holder ve hevdîtinekî bike.
Di vê navberê de Waliyê Mîssouriyê Jay Nîxon ferman da ku Muhafizên Netewî li Fergusonê bikevin kozikên xwe ku bila li Fergusonê aramî û rewşeke normal çêbibe.
Li Fergusona taxa St. Louîsa bajarê eyaleta Mîssouriyê 9ê tebaxê roja şemiyê polêsekî bi navê Darren Wîlson xortê reşik Mîcheal Brown kuştibû. Li ser vê yekê welatiyan çalakî li dar xistibûn. Polêsan bi gaza îsotê û fîşengên plastîk ve êrîşî çalakvanan kiribû. Li ser medyaya civakî kampanyayên bi navê "Destê min li ser serê min e, min nekuje", "Edalet tune be, aştî jî tune" hatin li dar xistin.
Obama jî got ku ew ji bo kuştina vî xortî xemgîn e.