Abdullah Tel
17 Sibat 2021•Rojanekirin: 19 Sibat 2021
Li Ceylanpinara navçeya Rihayê bazê ku birîndar hat dîtin, tê dermankirin.
Ekîbên Fermandariya Cendirme ya Navçeyê ji bo kontrolakirina der û dorên taxên derva yê navçeyê derketibûn dewriyê rastî bazê birîndar hatin.
Ji bo zirar negihêje baz tevdîr hildan û xeber dan Midûriyeta Şaxa parkên Neteweyî û Parastina Siruştê.
Wezîfedarên midûriyetê baz hildan û ji bo tedawiyê şandin Navenda Rehabîlîtasyon û Parastina Heywanên Kovî ya Golpinarê.
Hat gotin ku piştî tedawiyê wî qediya dê baz berdin.