01 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2016
DIYARBAKIR
Berf û bager li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di hatinûçûyîna hewa û bejayê da tengasiyan derdixe.
Berfa ku do dest bi barînê kir û îro jî zêde bû di gihandina ji hewa û beja da tengasiyan derdixe. THYyê 3 firînên xwe yên ji Diyarbekirê ber bi Enqere û Stenbolê û sefereka ji Mêrdînê ber bi Stenbolê betal kir.
Rêyên Şêrt-Şirnex, Şirnex-Hekarî, Qulp-Mûş, Sêrt-Şîrvan û Sêrt-Perwariyê ji çûyîn û hatinê ra hatin girtin, li Diyarbekir, Mêrdîn, Batman, Sêrt û Şirnexê jî rêyên ji 900î zêdetir gundî jî girtî ne.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajaran û yên Rêbejayê ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.
Wek mayîn di rêyên nav bajaran da destûr nayê dayîn ku wesayîtên bêzincîr derkevin rê.