01 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2016
IGDIR
Li Îdirê ji ber berf û barana ku dibare rêya 51 gundî hat girtin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ji ber berfa ev 2 roj e dibare rêya 51 gundên Îdirê hat girtin. Ekîbên Midûriyeta Îdareya Taybet a Bajêr rêyên ku ji ber barîna berfê tên girtin vedikin.
Ji ber berf û bagerê rêya 51 gundên navçeya Tuzlucayê û navenda Îdirê hat girtin û ekîb ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin û anika 256 kîlometer rê girtî ye.
Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a bajêr Yilmaz Demir destnîşan kir ku ji destê sibê vir da dest bi xebatên vekirina rêyên girtî kirin û hetanî êvarê rêyê bên vekirin.