01 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2016
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di binê sifirê da bi 14 pileyî va li Erdexanê hat pîvandin. Li herêmê car caran berf dibare.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, bi şev hewaya herî sar di bin sifirê da bi 14 pileyî va li Erdexanê hat pîvandin.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Qersê di binê sifirê da 13, li Erziromê di binê sifirê da 12, li Agiriyê di binê sifirê da 10, li Ezircanê di binê sifirê da 8, li Îdirê di binê sifirê da 5, li Tûnceliyê di binê sifirê da 4 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku li herêmê hewayî ewravî be û berfê bibare. Destê sibê û bi şev dibe ku cemed çêbe û mij bikeve.
Tê texmînkirin ku li herêmê bi roj germahiya hewayê li Tûnceliyê 3, li Ezircanê di binê sifirê da 1, li Erziromê di binê sifirê da 3, li Qers û Erdexanê di binê sifirê da 6, li Agiriyê di binê sifirê da 7 pile be.
Li navendên bajaran qalindahiya berfê li Agiriyê 41, li Erziromê 32, li Îdirê 7, li Qersê 5, li Ezircanê 4 santêm, li Qonaxliya Navenda Xweşiqitandinê 85, li Palandokena Navenda Xweşiqitandinê 75, li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê 21, li Ergana Navenda Xweşiqitandinê 21 santêm hat pîvandin.