18 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2015
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar di bin sifirê da bi 21 pileyî va li Qersê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, herêm di tesîra hilmegura bilind a Sibîryayê da ye, tê texmînkirin ku hewayê sayî û ewrsayî be. Li bendêne ku destê sibê û bişev cemed çêbe û hin caran jî mij bikeve.
Bişev germahiya hewayê li Îdirê di bin sifirê da 2, li Tûnceliyê di bin sifirê da 4, li Ezircanê di bin sifirê da 11, li Erziromê di bin sifirê da 13, li Agiriyê di bin sifirê da 16, li Erdexanê di bin sifirê da 18, li Qersê di bin sifirê da 21 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku biroj germahiya hewayê li Îdirê 7, li Ezircanê 5, li Tûnceliyê 3, li Agirî, Erzirom, Qers û Erdexanê di bin sifirê da 2 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 7, li Erziromê 3, li Qersê 2 santêm, li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê 9, li Palandokenê 40, li Qonaxliya Navenda Xweşiqitandinê 45 santêm hat pîvandin.
Ekîbên şaredariyan li herêmên ku lê berf dibarin xebatên paqijkirinê didomînin.