11 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2015
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê da bi 20 pileyî va li Agiriyê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, tê texmînkirin ku hewayê sayî û ewrsayî be, piştî nîvro jî hewayê ewravî be. Li bendê ne ku şebeqê û bi şev cemedê çêbe û mijê bikeve.
Li herêmê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê da bi 20 pileyî va li Agiriyê hat pîvandin. Bi şev germahiya hewayê li Qersê di bin sifirê da 12, li Erdexanê di bin sifirê da 16, li Erziromê di bin sifirê da 11, li Erzircanê di bin sifirê da 9 û li Îdirê di bin sifirê da 6 pile hat pîvandin.
Li bendê ne ku bi roj germahiya hewayê li Ezircanê 6, li Erziromê 2, li Qersê di bin sifirê da 1, li Agiriyê di bin sifirê da 2, li Erdexanê di bin sifirê da 3 pile be.
Li herêmê barîna berfê sekinî, li navenda bajaran qalindahiya berfê li Agiriyê 8, li Erziromê 3, li Erdexanê 3, li Qonaxliya Navenda Xweşiqitandinê 35, li Palandokena Navenda Xweşiqitandinê 32, li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê ya li Sarîqamîşa navçeya Qersê 9, li Ergana Navenda Xweşiqitandinê ya li Ezircanê 15 santêm hat pîvandin.
Rayedarên meteorolojiyê diyar kirin ku bi roj û bi şev çemedê çêbe û hin caran jî mijê bikeve û ji bo vê divê welatî baldar bin û bê tevdîr dernekevin rê.