Elif Orhan
03 Îlon 2019•Rojanekirin: 04 Îlon 2019
Organên Aykut Dalgayê 17 salî yê ku li Îdirê di qezaya motosîkletê da birîndar bû û li nexweşxaneya ku rakirinê mirina mêjî çêbû dê ji bo 5 nexweşan bibe hêvî.
Dalga li navçeya Qereqoyunliyê bi motosîkleta xwe qeza kir û bi xedarî birîndar bû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê mirina mêjî çêbû. Piştî ku birêvebiriya nexweşxaneyê bi wan ra têkilî danî malbata wî organên Dalga bexşandin.

Ekîbeke pispor qelb, kezeb û gurçikên Dalga hildan û ji bo ku bên neqilkirin ji nexweşxaneyên li Erzirom û Stenbolê yên ku li benda bexşê bûn ra şandin.
Dr. Ozge Altaşa Pispora Cerrahiya Qelb û Demaran a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Îxtisasa Bilind a Koşuyoluyê ya Kartalê bi balafira ku Wezareta Tenduristiyê hat texsîskirin ji bo ku organên hatine bexşandin hilde hat Îdirê. Altaşê daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku qelbê ku ji bexşker hat hildan dê neqlî nexweşekî li nexweşxaneya wan ê ku qelbê sûnî bi kar tîne bikin.
Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê Dr. Reşît Îlhan jî bi bîr xist ku malbata nexweşê mêjiyê wî mir tevgereke hesas nîşan da û organ bexşandin.
- "Kurê min mir lê bila organên wî di mirovên din da bijîn"
Bav Murat Dalga jî qal kir ku kurê wî ji bo tetîlê ji Almanyayê hatibû Îdirê.
Dalga diyar kir ku kurê wî bi motosîkletê qeza kir û wiha axivî: "Duh mirina mêjî çêbû, me jî wek malbat guncav dît ku em organên wî bibexşînin. Hêviya min ew e ku organên kurê min ji bo nexweşan bibin şifa. Ez jî dê organên xwe bibexşînim. Kurê min mir lê bila organên wî di mirovên din da bijîn, ez ji bo nexweşên ku dê organan neqlî wan bikin şifaya xêrê dixwazim."