Elif Orhan
03 Îlon 2019•Rojanekirin: 04 Îlon 2019
Li Hekariyê rêvebir, mamosteyên Dibistana Seretayî û Navîn a Walî Şehîd Dervîş Yalim û malbatên xwendekaran bi hev ra karên boyax û temîratê yên dibistanê kirin û dibistanê ji bo sala perwerdeyê ya nû amade kirin.
Salih Kahramanê Midûrê Dibistana Seretayî û Navîn a Walî Şehîd Dervîş Yalim a li Taxa Bîçerê bi mamoste, xebatkarên dibistanê û dê û bavên xwendekaran ra ji bo ku xwendekar di dibistaneke xweşiktir da perwerdeyê bibînin xebat da destpêkirin.
Mamoste û weliyan li dibitsanê karên temîratê kirin û bi piştgiriya melzemeyê ya ku Walîtî û Midûriya Perwerdeya Neteweyî da pol û qorîdor boyax kirin.
- "Piştevaniyeke xweşik derket holê"
Midûrê dibistanê Kahraman daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku ji bo destpêka sala perwerdeyê ya 2019-2020î hindik maye.
Kahraman diyar kir ku bi xebatkarên dibistanê, mamoste û malbatên xwendekaran ra dibistan ji bo sala nû amade kirin û wiha axivî:
"Boyax, badana, karên paqijî û cilsê hatin kirin. Digel perwerdeyê divê têkiliyên dibistanan ên bi malbatan ra jî baş be. Li vir ji bo piştevaniyê mînakeke baş heye. Dema me piştevaniya ku welatiyên me da dît me xwest ku em dibistanê ji bo sala perwerdeyê amade bikin. Piştgiriya malbatan em gelekî kêfxweş kirin."
- "Perwerde ji bo herkesê gelekî girîng e"
Ji weliyan Îsa Akgul jî diyar kir ji bo ku dibistanê ji sala perwerdeyê ya nû ra amade bikin ev 3 roj e gelekî dixebitin.
Akgul da zanîn bi rêvebir û mamosteyan ra hatin ba hev û ji bo ku xwendekar di dibistaneke xweşiktir da perwerdeyê bibînin xebitîn û got ku "Xwendekarên me dê li dibistaneke paqij dest bi perwerdeyê bikin. Em li bendê ne ku hemû malbat piştgiriyê bidin perwerdeya zarokan."