Herekata Kaniya Aştiyê

Şêniyên Nisêbînê bertek nîşanî terorê dan

Nisêbîna navçeya Mêrdînê ku 3 sal berê terorîstên PKKê çal kolabûn û barîkat danîbûn zirareke mezin dît vê carê jî ji bo terorsîtên YPG/PKKê yên li alî Sûriyeyê bû hedef

Abdullah Tel  | 14.10.2019 - Rojanekırın : 15.10.2019
Şêniyên Nisêbînê bertek nîşanî terorê dan

Diyarbakir

Nisêbîna navçeya Mêrdînê 3 sal berê ji ber ku terorîstên PKKya rêxistina terorê lê çal kolabûn, barîkat danîbûn û êrîşên mezin kiribûn zirareke mezin dît. Navçe vê carê jî bû hedefa YPG/PKKya rêxistina terorê ku li Sûriyeyê ji qadên dagir kiribû ev der ji xwe ra wek hedef bijartibû.

Terorîstên YPG/PKKê di êrîşên sivîlan ji xwe ra kirin hedef da ji 300 carî zêdetir topên hewanê ji herêmên li Sûriyeyê dagir kirine avêtin alî Nisêbînê. Di êrîşên rêxistina terorê da zarok jî tev 11 kes şehîd ketin û li navçeyê rika li hemberî terorê her diçe zêde dibe.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê berhev kir li Nisêbînê ji bo tesîskirina xizmetên dewletê, girtina çalên endamên PKKya rêxistina terorê vekiribûn, îmhakirina teqemeniyan û rakirina barîkatan di 14ê Adara sala 2016an da operasyon hatibû kirin û ew di 3sê Hezîrana sala 2016an da bi serfirazî hat temamkirin.

Di operasyona bi hevkariya Artêşa Tirkiyeyê û hêzên ewlehiyê hat kirin da PKKya rêxistina terorê zirareke mezin dît. Hêzên ewlehiyê di operasyona li Nisêbînê da 496 terorîst berterefkirin, 508 barîkat rakirin, 52 çal girtin û 1258 teqemeniyên bidestçêkirî jî îmha kirin.

Piştî ku navçe ji bermayiyên terorê hat pakijkirin bo domandina hizûr û aramiya welatiyan û xweşkirina navçeyê jî xebatan dest pê kir. Şêniyên navçeyê yên ku ji ber êrîşên terorê mal û milkên xwe terikandibûn piştî operasyonên serfiraz vegeriyan navçeyê û dest bi jiyana xwe ya rojane kirin.

- Navçeya ku jiyana rojane lê berkemal bûbû dîsa bû hedefa terorê

Şêniyên navçeyê di avahiyên ku TOKIyê çêkir da ji xwe ra bi cih bûn û dest bi karû xebata xwe kirin.

Navçeya ku jiyana rojane lê xweş dewam dikir piştî 3 salan dîsa bû hedefa rêxistina terorê. Ji herêmên li alî Sûriyeyê ku di bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê da bû li hemberî navçeya Nisêbînê bi topên hewanê ji 300î zêdetir êrîş hatin kirin. Di êrîşên bebext ên sivîl bûn hedef da 11 kes mirin, 59 kes birîndar bûn û gelek mal û dikan jî zirar dîtin.

- Dayîk tevlî du qîzên xwe hatin qetilkirin

Terorîstan di 10ê cotmehê da ji alî Sûriyeyê êrîşî navçeyê kirin. Di êrîşê da Fatma Yildiz (48) Emîne (12) û Leyla Yildiz (15) qîzên wê bûn li pêş malê hatin kuştin. PKKya rêxistina terorê 3 sal berê ku êrîşî navçeyê kiribû zirar dabû mala malbata Yildizê û ew derbasî xaniyên xwe yên nû bûn lê ji vê mala xwe jî xêr nedîtin û bûn hedefa terorê.

Terorîstên YPG/PKKê ji bo ku zêdetir mirov bên kuştin serî lê rêbazên bêbext dixin lewra di êrîşa 11ê Cotmehê lidarxistin da Dara Elî û Hesen Mihemedê ji Sûriyeyê û Orhan Dogan, Huseyîn Çakir, Mehmet Şîrîn Demir, Ahmet Delen, Nayîf Sîncar û Aytekîn Eroglu jî bi heman rêbazê hatin kuştin.

Endamên rêxistina terorê ewilî topa hewanê avêtin malekê miletê ku vê rewşê dît ji bo alîkariya şêniyên malê hatin cihê bûyerê û rêxistina terorê vê carê jî topa hewanê avêt nav kesên ji bo alîkariyê kom ûbûn. Di vê êrîşê da 8 kes hatibûn kuştin û 35 kes jî birîndar bûbûn.

Li Nisêbîna ku rêxistina terorê him ji hûndir va û him jî ji derva va ji xwe ra kiriye hedef her ku diçe rika gel zêde dibe.

- "Em pişek bi ser xwe da hatin ev pirsgirêk qewimî"

Ji esnafên navçeyê Beşîr Akdogan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku rêxistina terorê êrîşên li hemberî sivîlan lidardixe û ew jî vê yekê şermezar dikin.

Akdogan ragihand ku daxwaza herkesî hizûr û aramiye û wiha pê da çû: "Piştî bûyerên çal kolandinê qediyan em piçek bi ser xwe da hatin lê careke din pirsgirêk çêbû. Kî gule berî sivîlan bide em li dijî wî ne. Em dixwazin hizûr hebe. Milet deyndare lê digel vê dîsa dikanên xwe girtin. Niha hemû navçe hizûrê dixwaze. Em li dij in ku li hemberî sivîlan êrîş tên kirin."

- Di êrîşê da birîndar bû

Di êrîşa terorîstan a li ser navçeyê da ku 8 kes hatin kuştin da Ceren Ture jî ji kesên birîndar yek bû.

Tureyê qala rewşa wê dema êrîş qewimî kir û got: "Di dema êrîşa ewil da dengekî pir zêde derket û herkes bizdiya. Min jî got ku teqez tiştek bi mala me bû. Min têlefonê diya xwe kir, kes, venekir. Min miftê li qefla derî xist ku ez vekim min her dît topa hewanê li xaniyê rû me ket. Min fehm nekir ku çibû. Canê min diêşiya û gelek birîndar hebûn. Ew yek niha li pêş çavên min e lewra bûyer li pêş mala me qewimî."

Ji welatiyan Behiye Tureyê jî got ku di êrîşa terorîstan zirar gihîşt welatiyan û ew dixwazin ku demildest hizûr li navçeyê bi cih bibe.

- "Êşa me pir girane û kezeba me diperite"

Serokê Odeya Pîşekar û Esnafên Nisêbînê Omer Ozer jî rewşa navçeyê ya 3 sal berê bi bîr xist û got: "Gelê me yê Nisêbînê ku 3 sal berê zirareke ji ber çalan mezin dît bi tenê hizûrê dixwaze. Di êrîşên bi topên hewanê yên rêxistina terorê da mixabin 11 welatiyên me bûn şehîd. Kîjan rêxistina terorê dibe bila be em rêxistinên terorê yên ku sivîlan ji xwe ra dikin hedef şermezar dikin û em li dijî wan in."

Ozer ragihand ku niha li navçeyê rewş asayî ye û milet ji bo bi ser xwe da bê û tevlî jiyana rojane bibe hêdî hêdî hewl dide.

- "Ji bo dawî li van bûyerên bê em ji dewleta xwe bawer in"

Ozer got ku şêniyên navçeyê berê jî ji ber bûyerên terorê mexdûr bûn û wiha dewam kkir: "Ji bo ku dawî li vê bûyerê bê em ji dewleta xwe bawer in. Bi hemû hêza xwe dixebite. Hêviya me ya sereke ewe ku careke din miletê me neyê kuştin û kezeba me neperite."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.