11 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2019
Terorîstan bi hewanê êrîşî herêma baregehê ya li Ezaza navçeya Sûriyeyê kirin, di êrîşê da 2 esker şehîd ketin 3 esker jî birîndar bûn.
Cendekê şehîdan Çawîşê Pispor ê Peyade Abdulhamît Bîlgen û Serdesteyê Pispor ê Peyade Yunus Mermer piştî miameleyên li Saziya Tibê Edlî ya Gazîentabê ji bo merasimê anîn Balafirgeha Gazîentabê.
Waliyê Gazîentabê Davut Gul, Waliyê Kilîsê Recep Soyturk, Parlementerên AK Partiyê yên Gazîentabê Derya Bakbak û Muslum yuksel, Fermandarê Lîvaya Bizirx a 5emîn a Gazîentabê Haci Halil Osma, Fermandarê Lîvaya Komandoyan a 23yemîn Tuxgeneral Berat Acar û eskerên hevalên şehîdan beşdarî merasima li vir hat lidarxistin bûn.
Di merasimê da Miftiyê Gazîentabê Ahmet Çelîk dia kirin.
Şehîd piştî merasima li vir şandin bajarên wan Konya û Bîlecîkê.
Hat hînbûn ku duh rojbûna Şehîd Abdulhamît Bîlgen bûye.