WASHINGTON
Li Teksasa parêzgeha DYAyê li baregeha leşkeriya Fort Hoodê êrîş pêk hat û di êrîşê de 4 kes mirin, 14 kes jî birîndar bûn. Rayedarên ewlehiya Parêzgehê hejmara mirî û birîndaran piştrast kirin û diyar kirin ku êrîşkar jî di nav de bi tevahî 4 kes mirin. Der heqê bûyerê de jêpirsîn dewam dike û kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Parlementerê Teksasê Mîchael McCaûl da zanîn ku navê êrişkar Ivan Lopez e.
Di heman bargehê de di sala 2009an de jî êrîşa biçek hatibû kirin û di wê êrîşê de jî 13 kes hatibûn kuştin û ji 30yî zêdetir jî kesî birîndar bûbûn.
-Ji Obama daxuyanî
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Barack Obama jî der barê êrîşê de daxuyanî da û diyar kir ku ew û ekîba wî bûyerê ji nêz ve dişopînin.