Li gor daxuyaniya Rexistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) hêzên rejîmê him ji hewayê him jî ji bejahê êrîşî muxalifan kir. Di encama êrîşan de li paytext Şamê 44, li Îdlibê 25, li Helebê 15, li Derayê 4, li Xûmûsê 4, li Lazkiyeyê 3, li Kûnetyrayê 3, li Hamayê kesek û li Deyrû'z Zorê kesek bi tevahî 100 kes mirin.
Di vê navberê de Komîteya Kordînasyonê ya Xwecihî ya Sûriyeyê (LCC) daxuyand ku helîkopter û balafirên şer ên artêşa Sûriyeyê herêmên di destê muxalifan yên li Helebê bombe kir. Di encamê de di gelek avahî û xaniyên li herêmê de xesar pêk hat.
Ji aliyê din ve SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê daxuyand ku hêzên ewlehiyê di operasyonên Lazkiye, Heleb, Xûmûs û Şamê de gelek komên çekdar berteref kirin û wesaîtên wan îmha kirin.