Piştî daxuyaniya Serokê HKIyê Mesûd Barzanî ku got "em ê beriya hilbijartinên giştî yên Iraqê hikûmetê îlan bikin", Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ( PDK) û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hewldanên xwe yên ji bo avakirina hikûmetê zêde kir. Barzanî dê di 8ê nîsanê de bi hemû nûnerên partiyan re bê bal hev.
Di civînê de dibe ku ji bo qanekirina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran hewl bidin. YNK û Goran di parvekirina wezaretan de li hev nedikirin.
Parlementerê PDKyê Umîd Xoşnav der barê vê mijarê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Xoşnav diyar kir ku di navbera partiyên ku dê koalisyonê ava bikin de li ser parvekirina alîkariya serokwezîr û wezaretan de bi gelemperî lihevkirin pêk hatiye û wiha got: "Çend pirsgirêkên bi YNK û Goranê re hene. Em ê di civîna bê de li ser vê bixebitin da ku çareser bikin. Wekî ku do Serok Barzanî jî daxuyand, em ê di demeke nêz de hikûmeta nû îlan bikin."
Serokê Buroya Siyasî ya PDKyê Fazil Mîranî jî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dê beriya hilbijartinên giştî yên Iraqê hikûmetê îlan bikin.
Li Herêma Kurdistanê hilbijartina parlementeran di 21ê îlona 2013an de hatibû kirin. Ji ser hilbijartinan re 7 meh derbas bûn û hê jî hikûmet nehatiye avakirin. Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist Tevgera Goran bi taybetî serokatiya parlementoyê, wezareta karên navxweyî û wezareta pêşmergeyan dixwaze û vê jî avakirina hikûmeta nû bi derengî xist. Li gor partiyên siyasî yên herêmê divê PDK, Goran û YNKyê qane bike.
Di hilbijartina dawîn de PDKyê 38, Goranê 24, YNKyê 18, Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtû) 10, Partiya Civaka Îslamî (Komele) 6 parlementer, Partiya Tevgera Îslamî (Bizotnava), Demokratên Civakî, Araste û Azadî her yekê jî parlementerek qezenc kiribû. Kêmnetew jî ji ber kotayê bi 11 parlementeran tên temsilkirin.