QUDIS (AA)
Îsraîl û Hamasê "agirbesta berwext a bi qasî 72 saetan" ku ji aliyê Misrê ve hat pêşniyazkirin qebûl kirin.
Piştî vê lihevkirinê Îsraîlê ragihand ku hemû yekîneyên xwe yên leşkerî dê ji Xezeyê vebikişîne.
Agirbest
Misir ji bo ku di navbera Hamas û Îsraîlê de agirbesteke berwext a bi qasî 72 saetan pêk bê pêşniyaz kiribû.
Berdevkê Hamasê Fewzî Berhum daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku wan pêşniyaza Misrê ya agirbestê ku danê sibê dest pê kir qebûl kirine.
Radyoya Dewleta Îsraîlê jî di nûçeya ku xwe dispêre çavkaniyên Serokwezîriyê de destnîşan kir ku endamên Komîteya Ewlehiyê û Siyasî ya Lijneya Wezîran li ser pêşniyaza Misrê sekinîn û bê şert û merc qebûl kirin.
Misrê di pêşniyaza xwe de ji her du aliyan jî xwest bila agirbesta ku dê 72 saetan bidome di 05.00an de dest pê bike.