HEWLÊR
Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesût Barzanî ferman kir ku pêşmerge êrîşî DÎŞIyê bikin.
Barzanî daxuyanî da û wiha got: "Me ferman kir ku pêşmerge li hemberî dijminê gelê Kurdistanê şer bikin. Ji bo ku em derba kuştinê li dijminên xwe bixin, em ê êrîş bikin."
Barzanî der barê rewşa herêmên ku pevçûn lê didomin de jî agahî da û got ku pêşmerge ji serê sibê û vir ve li dijî terorîstan opersayon da destpêkirin û pêşmerge di tearûzê de ye.
Barzanî bi bîr xist piştî ku Mûsil ket destê DÎŞIyê, herêma kurdan ket pozîsyona xweparastinê û wiha dewam kir: "Lêbelê terorîstan şer da ser me. Êrîşî Kurdistanê kirin û di çend rojên dawîn de bûyerên ku em pê xemgîn bûn derxistin. Ji ber vê çendê me biryar da ku pêşmerge pozîsyona parastinê biterikînin. Me ferman kir ku pêşmerge şer tearûz bikin."