Pêvajoya hilbijartina ji bo parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê didome. Serokê herêmê Mesûd Barzanî jî dengê xwe da.
Barzanî, li binkeya xwe ya bajarê Selaheddînê ya nêzîkî mala xwe, li Serêbilind raya xwe avête sindoqê.
Barzanî, di seet 09.20an de hate binkeya xwe ya hilbijartinê ku dengê xwe bixebitîne. Di dema dengdanê de Barzanî hinekî li benda cîhazê elektronîkî sekinî lê vê carê arîzeyek derneket. Barzanî, piştî raya xwe avête sindoqê, tiliya xwe bi hibrê nîşanî rojnamevanan da û bi bişirîn ew silav kirin.
Piştî avêtina rayê, Barzanî tu daxuyanî neda û bi desthejandinê ji salonê derket.
Li pey Mesûd Barzanî, kurê wî Serokê Asayîşa Giştî Mesrûr Barzanî û ferdên malbata wan ên din jî dengê xwe dan.
Serêbilind, wekî taxeke ku Barzanî lê niştecih, tête zanîn. Lewra piraniya niştecihên vê deverê ji binemala Barzanî ne.
Navê wê jî berê Serêreş bûye, lê ji ber hurmeta Barzaniyan, navê Serêbilind lê dikin.