Türkan Tosun
04 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Îranê hincet nîşan da ku Amerîka der barê xwepêşandanên li welêt de tevî meseleyên wan ên navxweyî dibe û giliyê wê li Neteweyên Yekbûyî kir.
Nûnerê Daîmî yê NYyê yê Îranê Gholamalî Khoshroo ji Sekreterê Giştî yê NYê û Konseya Ewlekariya NYê re nameyek şand û wiha got: "Hikûmeta Amerîkayê bi bahaneya piştgiriyê dide xwepêşandanan.
Khoshroo got Amerîka hiqûqa navneteweyî û Peymana NYyê binpê dike, divê daxuyaniyên rêvebiriya Trump bên şermezarkirin.
Trump der barê xwepêşandanên Îranê de tweet avêtibûn.
Di 28ê çileya pêşîn a 2017an de komeke çalakvanan li Meşhedê ji ber bihabûna li welêt, bêkarî û gendeliyê xwepêşandan dabûn destpêkirin. Di demek kin de ev çalakî guherîbûn bûbûn çalakiyên li dijî rejimê û li gelek bajaran belav bûbûn.
Heta niha 24 kes di çalakiyan de hatin kuştin û ji hezarî zêdetir çalakvan jî hatin binçavkirin.