Elif Orhan
05 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2019
Meleyê Înê yê Tehrana paytexê Îranê Ayetullah Muwahîdî Kirmanî got heke bixwazin ku Îsraîlê ji holê rakin hedefgirtina santralên nukleer ên wî welatî dê bes be.
Kirmanî li paytext Tehranê di xutbeya xwe ya li Musalaya Îmam Xumeynî da der barê rageşiya di navbera Îran û welatên herêmê û Îsraîlê da nirxandin kirin.
Kirmanî qal kir ku dê Îran di uranyuma dewlemendkirî da ji limîtê bibore lêbelê ev yek ne ji bo çêkirina bombeya atomê ye û diyar kir ku çekên bi vî awayî meşrû nabînin û hewcehiya wan bi wan tune û wiha axivî: "Em ê ji 7ê tîrmehê pê va bi qasî dilê xwe uranyumê hilberînin. Heke naxwazin ku avên şîn ên li Kendavê sor bibin bila li ser êrîşeke eskerî nefikirin."
Kirmanî Îsraîl jî tehdîd kir û got ku "Îran heke bixwaze ku êrîşî Îsraîlê bike bes e ku li Santrala Nukleerê ya Dîmonayê bixe ku 200 bombeyên atomê yên wî welatî lê ne. Heke em vir hedef bigirin Îsraîl dê bi bombeyên xwe yên atomê çend caran serobino bibe. Haj bi xwe hebin."