Fatih Gazioğlu
05 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2019
Cihûyên Etiyopayayî yên ku li Îsraîlê dijîn gelek caran rastî êrîşa polêsan tên. Cihûyên Etiyopyayî dibêjin ew çend Cihû jî bin dîsa jî ji hêla cihûyên din va biçûk tên ditîn û rastî ferq û cudakariyê tên.
Roja yekşemê Solomon Tekahê 19 salî yê ku eslê xwe Etiyopyayî bi kuleya polêsakî hatibû kuştin. Li ser vê bûyerê bi hezaran Etiyopyayî derketin kolanan û çalakî li dar xistin.
Sala 1975an di dema Îzak Rabînê Serokwezîrê Îsraîlê yê berê da Etiyopyayî bi fermî "cihû" hatin qebûlkirin.
Hikûmeta Îsraîlê wê çaxê bona anîna cihûyên Etiyopyayî 2 operasyonên mezin kirin.
Îsraîlê di sala 1984an da ji ber şerê naxweyî yê li Etiyopyayê komek Cihûyên din jî anî Îsraîlê.
Îsraîlê di çarçoveya operasyona ku qasî 7 heftê dewam kir da 8 hezar Cihûyên Etiyopyayî ewil birin Sûdanê û ji wir jî sewqî Bruksela paytextê Belçîkayê kirin. Cihûyên Etiyopyayî piştî demeke din birin Îsraîlê.
Piştî vê operasyonê 7 sal şûnda Îsraîlê careke din ji bo anîna cihûyan operasyon kir.
Îsraîlê di operasyona ku navê wê "Silêman" da bi 35 balafirên kargoyê di du rojan da 14 hezar û 325 Cihûyên Etiyopyayî anîn Îsraîlê.
Îro li Îsraîlê 150 hezar Cihûyên Etiyopyayî dijîn. Cihûyên ku hê li Etiyopyayê dijîn eger bixwazin dikarin werin Îsraîlê. Li gor agahiyan heta niha ji wan Cihûyan qismekî biçûk bi tenê hatiye Îsraîlê.
- Di navbeyna xwe da dizewicin
Cihûyên Etiyopyayî her çendî li Îsraîlê bijîn jî hê tam entegre nebûne û piranî di navbeyna xwe da dizewicin.
Li gor daneyên ji Navenda Îstatîstîkan ya Îsraîlê hat dayîn ji sedî 88ê Cihûyên Etiyopyayî di navbeyan xwe da zewicîne.