Haydar Şahin
06 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2019
Li Calîfornîaya eyaleta Amerîkayê di 4ê tîmehê da erd bi lerza 6,4an hejiyabû û piştî wê vê carê jî bi lerza 6,9an hejiya.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) diyar kir ku 17 kîlomêtre li bakurê rojhilatê bajaroka Ridgecrestê erd bi lerza 6,9an hejiya.
Roja pêncşemê jî li Ridgecrestê erd bi lerza 6,4an hejiyabû û hatibû gotin ku di nav 20 salên dawîn da erdheja herî mezin a li calîfornîayê ev e.
Piştî erdheja mezin gelek caran erd bi lerzên piçûk hejiyabû, boriyên xetên av û xazê û rêyan zirar dîtibûn û li Ridgecrestê rewşa acil hatibû îlankirin.