Îran û Hîzbullahê êrîşên bersivdayînê birin ser bakur û başûrê Îsraîlê
Ji aliyeki din li Tehrana paytextê Îranê dengê teqîneke nû hat bihîstin. Her weha Artêşa Îsraîlê gelek êrîşên asîmanî birin ser bajarokên li başûr û rojhilatê Libnanê.
Quds
Îrana ku Îsraîl lê êrîşan dike û Hîzbullaha li Libnanê di heman demê da êrîşên bersivdayînê yên ku herêmên bakur û başûr ên Îsraîlê hedef digirin, kirin.
Li gor daxuyaniya artêşa Îsraîlê hat tesbîtkirin ku ji Îranê fuze hatine berdan û hat ragihandin ku pergalên parastina asîmanî hewl didin ku pêşî li fuzeyên Îranê bigirin.
Piştî êrîşa Îranê ya ku di nav maweyeke ji saetekî kêm bir ser başûrê Îsraîlê li herêma Necefê li qadeke berfireh ya ku Santrala Nukleerê ya Dîmonayê jî tê da ye sîrenan lê xist.
Bi sîrenên li başûr ra di heman demê da li Karmîela li bakurê Îsraîlê jî ji ebr moşekên ji hêla Hîzbullaha li Libnanê hatin avêtin sîrenan lê da.
Televîzyona Qenal 12 a Îsraîlê ragihand ku parçeyên fuzeyên Îranû ketin herêmên cuda yên li başûr, Hîzbullahê jî di heman demê da herî kêm 5 moşek avêtin.
Agahî nehat dayîn ka di êrîşên bersivdayînê yên Îran û Hîzbullahê da îsabet çêbûye yan na û birîndar hene yan tune.
![]()
- Li Tehrana paytextê Îranê dengê teqîneke nû hat bihîstin
Dengê teqîneke nû li Tehrana paytextê Îranê hat bihîstin.
Nûçegihanê AAyê ragihand ku li Tehranê dengê teqîneke mezin hatiye bihîstin.
Li bajêr ji serê sibehê da pergalên parastina asîmanî çalak bûne.
Medyaya Îranê ragihand ku dengê teqînê ji rojavayê bajêr hatiye, lê hûrgiliyên din nehatine dayîn.
- Artêşa Îsraîlê gelek êrîşên asîmanî birin ser bajarokên li başûr û rojhilatê Libnanê
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê gelek êrîşên asîmanî biirin ser bajarokên li başûr û rojhilatê Libnanê.
Êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê ku di 2yê Adarê da dest pê kirin, berdewam dikin.
Li gorî ajansa nûçeyan ya fermî ya Libnanê NNAyê, balafirên Îsraîlê bajarokên Kefre, Mecedîl, Joya û Qalîlehê yên li herêma Tîrê hedef girtin.
Artêşa Îsraîlê her wiha êrîşên asîmanî li ser bajarokên Xiyam û Şokînê yên li bajarê Nebatiyeyê ya li başûr pêk anîn.
Bajarokên Şemstar û Şaarayê yên li bajarê Baalbaka li rojhilatê welêt jî ji aliyê balafirên Îsraîlê va hatin bombebarankirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
