Dinya

Artêşa Îsraîlê gelek êrîşên asîmanî birin ser bajarokên li başûr û rojhilatê Libnanê

Ethem Emre Özcan, Muhammed Emin Canik  | 24.03.2026 - Rojanekırın : 24.03.2026
Artêşa Îsraîlê gelek êrîşên asîmanî birin ser bajarokên li başûr û rojhilatê Libnanê

Beyrut

Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê gelek êrîşên asîmanî biirin ser bajarokên li başûr û rojhilatê Libnanê.

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê ku di 2yê Adarê da dest pê kirin, berdewam dikin.

Li gorî ajansa nûçeyan ya fermî ya Libnanê NNAyê, balafirên Îsraîlê bajarokên Kefre, Mecedîl, Joya û Qalîlehê yên li herêma Tîrê hedef girtin.

Artêşa Îsraîlê her wiha êrîşên asîmanî li ser bajarokên Xiyam û Şokînê yên li bajarê Nebatiyeyê ya li başûr pêk anîn.

Bajarokên Şemstar û Şaarayê yên li bajarê Baalbaka li rojhilatê welêt jî ji aliyê balafirên Îsraîlê va hatin bombebarankirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın