Dinya

Piştî ku êrîşên Îranê rawestiyan li Qeterê dîsa dest bi xebata rû bi rû kirin

Hussien Elkabany, Ali Semerci  | 24.03.2026 - Rojanekırın : 24.03.2026
Piştî ku êrîşên Îranê rawestiyan li Qeterê dîsa dest bi xebata rû bi rû kirin

Istanbul

Li Qeterê piştî ku van rojên dawîn êrîşên Îranê rawestiyan sepana xebata ji dûr va ya biqasî 3 hefteyan dewam kir bi dawî bû û hat ragihandin ku li saziyên kamuyê dest bi xebata ji sedî sed kirin.

Macîd el-Ensariyê Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Qeterê di civîna çapemeniyê ya ku li paytext Dohayê li dar xist da diyar kir ku piştî nirxandina ewlehiyê biryar hat dayîn ku vegerin xebata ji sedî sed û got ku "Mimkên nîne ku jiyan bêmawe bê rawestandin."

Ensarî da zanîn ku di rojên dawîn da dijî Qeterê tu êrîş nehatin kirin û destnîşan kir ku welêt ji bo rûdanên muxtemel amade ye û planên wan ên rewşa acîl hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın