Haydar Şahin
25 Adar 2026•Rojanekirin: 25 Adar 2026
Artêşa Îranê ragihand ku wan bi fuzeyên ji bejayê ber bi bejayê va êrîş bir ser baregeha Amerîkayê ya li Balafirgeha Hewlêrê ya li Iraqê.
Li gorî danezana artêşê ya IRNAya ajansa fermî ya Îranê weşand, li dijî baregeha Amerîkayê ya li Balafirgeha Hewlêrê bi fuzeyê va êrîş hat kirin. Di êrîşê da fuzeyên ji bejayê ber bi bejayê hatin emilandin. Hêzên Amerîkayê yên li balafirgehê û cihên komên Kurdên Îranê yên mixalif ên li Hewlêrê hedef hatin girtin.
Di daxuyaniyê da hat îdiakirin, herêma ku li balafirgeha Hewlêrê hat hedefgirtin, ji navendên giring ên piştgirî û komûtayê ya hêzên Amerîkayê ye û lê pergal û techizatê eskerî hene.