Dinya

Hêzên Çekdar ên Îranê: Em ê bi Amerîkayê ra mizakereyê nekin

Mustafa Melih Ahıshalı  | 25.03.2026 - Rojanekırın : 25.03.2026
Hêzên Çekdar ên Îranê: Em ê bi Amerîkayê ra mizakereyê nekin

Istanbul

Berdevkê Baregeha Navendî ya Xetamul Enbiya ya Artêşa Parêzvanên Şoreşa Îranê Albay Îbrahîm Zulfiqarî bertek nîşanî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ya ku daxuyand ew bi rayedarên Îranî ra mizakereyê didomin, da.

Zulfiqarî der barê mijarê da daxuyanî da televîzyona dewletê ya Îranê.

Zulfiqarî di axaftina xwe da bangî rêveberiya Washingtonê kir û wiha got: "Têkçûna xwe wekî lihevkirin bi nav nekin. Dawiya sozên we hatine. Ji destpêkê pê va helwesta me zelal bû û neguherî. Yên mîna me, ne niha û ne jî paşê wê bi yên mîna we ra peymanê nekin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya duh da gotibû ew bi rayedarên Îranî ra mizakereyê didomînin.

Trump anîbû ziman ku Îran pir dixwaze bi Amerîkayê ra peymanê bike û wiha gotibû: "Hemû rêberên Îranî çûn. Kes nizane wê bi kî ra biaxive, lê em bi kesên rast ra diaxivin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın